Serokomarê Fransayê Macron banga xwe ya agirbesta mirovî dubare kir

Ile-de-France
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, "Ji bo parastina gelê Xezeyê ez banga xwe ya agirbesta mirovî dubare dikim."
Macron li ser hesabê medyaya civakî Xê derbarê alîkarên ku ji bo Xezeyê ber bi Misrê ve şandin daxuyanî da.
Serokomarê Fransayê di parvekirina xwe de wiha nivîsî: "Ji bo parastina gelê Xezeyê ez banga xwe ya agirbesta mirovî dubare dikim."
Macron destnîşan kir ku kargoya alîkariya mirovî ya bi qasî 17 tonan ku ji Fransayê bi rê ket gihiştiye Misrê û ewê bi rêya asîmanî û deryayê ve xebatên xwe bidomînin.
Macron tekezî li wê yekê kir ku Fransa bi Misir û Heyva Sorê re di hemahengiyê de ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.