Dinya

Serokomarê Îranê: "Em êrîşkar nînin lêbelê dijî tehdîdan biryardar in, bi Îranê ra nekevin nav pevçûnan"

Ahmet Dursun  | 01.10.2024 - Rojanekırın : 03.10.2024
Serokomarê Îranê: "Em êrîşkar nînin lêbelê dijî tehdîdan biryardar in, bi Îranê ra nekevin nav pevçûnan"

Tahran

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku welatê wî dijî êrîşkariya Îsraîlê li ser bingeha mafên meşrû bersiv da û got ku "Em êrîşkar nînin lêbelê dijî tehdîdan biryardar in, bi Îranê ra nekevin nav pevçûnan."

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê da parast ku êrîşên bi fuzeyê yên welatê wî yên dijî Îsraîlê "li ser bingeha mafên meşrû ji bo aştî û ewlehiya herêmê" hatin kirin.

Pezeşkiyan got ku "bersiveke mîsoger" dan êrîşkariya Îsraîlê û da zanîn ku ev êrîş ji bo berjewendiyên Îranê û parastina welatiyan hat kirin.

Pezeşkiyan di peyama xwe da got ku "Bila Netanyahu bizane ku Îran ne li pey şer e lêbelê dê biryardarî bersiva her tehdîdê bide. Ev tenê parçeyekî hêza me bû. Bi Îranê ra nekevin nav pevçûnan."

- Îran: Heke rejima siyonîst hewl bide ku bersivê bide dê berdêleke rûxîner hilde

Nûnertiya Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê diyar kir ku bersiva îxlalûn ewlehiya neteweyî yên Îsraîlê hat dayîn û daxuyaniya "Heke rejima siyonîst hewl bide ku bersivê bide dê berdêleke rûxînertir hilde."

Nûnertiya Daimî ya Îranê der barê mijarê da ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî peyam parve kir.

Hat gotin ku Îranê "bersiva qanûnî, maqûl û meşrû dan fealiyetên terorê yên rejima siyonîst" û hat diyarkirin ku Îsraîl welatiyên Îranî hedef git û desthilatdariya welêt îxlal kir.

Di peyamê da hişyarî hat dayîn ku "Heke rejima siyonîst hewl bide ku bersivê bide dê berdêleke rûxînertir hilde." û bangî welatên herêmê û "piştgirên rejimê" kirin ku bi Îsraîlê ra rêya xwe veqetînin.

- Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ragihand ku bi dehan fuzeyê êrîşî Îsraîlê kirin

Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ragihand ku bi dehan fuzeyên balîstîk dijî Îsraîlê êrîş dan destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da hat ragihandin ku bi dehan fuzeyê êrîşî Îsraîla ku ewlehiya neteweyî ya Îranê hedef digire kirin.

Hat diyarkirin ku êrîş wekî bersiva êrîşên Îsraîlê yên ku Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye, serokê Hîzbullahê Hesen Nasrallah û generalê Îranî Ebas Nîlfuraşan hatin kuştin hatin kirin.

Hişyarî hat dayîn ku heke Îsraîl bersiva eskerî bide vê êrîşê dê "berdêleke xirabker" bibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.