Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy: "Me bi saya hewldanên Tirkiyeyê encamên însanî yên cidî bi dest xistin"
"Ez ji ber piştgiriya Serokomar Erdogan û gelê Tirk a ji bo desthilatdarî, serxwebûn û yekîtiya axa Ukraynayê spasdar im. Me bi saya hewldanên Tirkiyeyê encamên însanî yên cidî bi dest xistin"

Istanbul
Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ji ber piştgiriya ji bo desthilatdarî, serxwebûn û yekîtiya axa Ukraynayê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û gelê Tirk kir.
Zelenskiy di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku piştî hevdîtina li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hat kirin, hat lidarxistin da axivî.
Zelenskit got ku "Ez ji ber piştgiriya Serokomar Erdogan û gelê Tirk a ji bo desthilatdarî, serxwebûn û yekîtiya axa Ukraynayê, ji bo hemû mirovên me û zarokên Ukraynayî spasdar im" û destnîşan kir ku vê piştgiriyê teqdîr dike.
Zelenskiy got ku "Min bi taybetî di mijara ku welatiyên me ji esareta Ûris bên xilaskirin da spasiya Birêz Serokomar kir. Me bi saya hewldanên Tirkiyeyê encamên însanî yên cidî bi dest xistin."
Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy got ku "(Di mijara yekîtiya axa Ukraynayê da) Ji ber ku tu carî fikra xwe neguhert minetdarê Serokomar Erdogan im."
Zelenskiy got hêvî dikin ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo yekîtiya axa Ukraynayê dewam bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.