Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê civîna Erdogan-Ebbas daxuyanî da
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan anî ziman ku Tirkiye dê piştgiriya doza mafdar a Filistînê bidomîne û herwiha ji bo sekinandina Îsraîlê dê xebatên xwe bidomîne.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê civîna Serokomar Erdogan û Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê di civîna ku 2,5 saetan ajot behsa tevkuştinên Îsraîlê yên li ser axa Filistînê, agirbesta mayinde û gavên ku ji bo aşityê lazime bên avêtin, hat kirin.
Serokomar Erdogan di civînê da got, Tirkiye dê piştgiriya doza mafdar a Filistînê bidomîne û herwiha ji bo sekinandina Îsraîlê dê xebatên xwe bidomîne.
Serokomar Erdogan got ku ji bo dabînkirina agirbesteke bilez li Xeze û gihandina bênavber a alîkariyên mirovî, pêdivê hemî welat hewildanên xwe zêde bikin û fişarê têxin ser Îsraîlê.
Serokomar Erdogan got, Îsraîl kuştina sivîlên Xezeyî didomîne, hinek welatên Rojavayî bêdeng in û alîkariya Îsraîlê dikin, ev yek nayê qebûlkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
