Serokatiya Ragihandinê ji bo hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden daxuyanî da

Ankara
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden da mijarên siyasî, aborî û pêwendiyên ticarî yên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da, derfetên hevkariya ewlehiyê û meseleyên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê civîna Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden da ku li Vîlnîusa paytextê Lîtvanyayê di çarçoveya Civîna Serokên Hikûmet û Dewletê ya NATOyê da axivîn, daxuyanî da.
Serokatiya Ragihandinê di daxuyaniya xwe da ji bo civîna Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden wiha got, "Mijarên siyasî, aborî û pêwendiyên ticarî yên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da, derfetên hevkariya ewlehiyê û meseleyên herêmî hatin gotûbêjkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.