Tirkiye

Serokatiya Ragihandinê îdiaya kesekî Duhokî li Stenbolê ji ber ku bi Kurdî axivî hat kuştin, derewand

Salih Bilici  | 02.09.2024 - Rojanekırın : 03.09.2024
Serokatiya Ragihandinê îdiaya kesekî Duhokî li Stenbolê ji ber ku bi Kurdî axivî hat kuştin, derewand

Istanbul

Navenda Têkoşîna Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê, îdiaya kesekî ji Duhoka Iraqê li Stenbolê ji ber ku bi Kurdî axivî hat kuştin, derewand.

Di daxuyaniya Navenda Têkoşîna Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê da hat destnîşankirin, îdiaya "H.L.T. li kafeyekê ji ber ku bi Kurdî axivî rastî êrîşê hat û hat kuştin" a li ser hin hesabên medyaya civakî hat parvekirin, ne rast e.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Armanca îdiayên biwarê meqtûlê bi navê H.L.T. yê bi armanca turîstîk hatiye Stenbolê rastî êrîşê hatiye, provokasyon e. Di encama lêkolînên hatin kirin da hatiye tesbîtkirin, 3 tûrîstên bi navê H.L.T., S.M.T. û B.A.K. li navçeya Fatihê di mekaneke bi alkol da ji ber mewzûya 'awirdayîna jinan' bi H.O. û birayê wî yê mezin Z.O. ra yên li ser nifûsa Batmanê qeydkirî ne, şer kirine. Hatiye tesbîtkirin, pasevanê mekanê U.Y. li hersê turîstan xistiye, ew ji mekanê derxistine derva, di wê kêliyê da H.O. ji maseyê rahiştiye kêrekê û meqtûl H.L.Tyê derketiye dervayî otêlê ji 2 cihan birîndar kiriye. H.L.Tyê birîndar bûye jiyana xwe ji dest daye, berşik H.O. û birayê wî yê mezin Z.O. û pasevan U.Y. ji cihê bûyerê firar kirine. Der heqê mijarê da xebat bilez tên meşandin. Guh nedin wan provokasyonan ku dixwazin gel sewqî kîn û dijmintiyê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.