Serokatiya Bajarê Stenbolê ya AK Partiyê wê di 28ê Cotmehê da "Mitînga Filistînê ya Mezin" li dar bixe

Istanbul
Serokatiya Bajarê Stenbolê ya AK Partiyê wê 28ê Cotmehê roja şemiyê li Balafirgeha Ataturkê "Mitînga Filistînê ya Mezin" li dar bixe.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Bajêr hat dayîn, ji bo ku "balê bikişînin ser wehşeta Îsraîlê, ji bo piştgiriya doza Filistîna azad" mitîng wê were kirin.
Li gor daxuyaniyê tê payîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî, Serokê Giştî yê Partiya Jinûva Refahê Fatîh Erbakan, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û Serokê Giştî yê DSPyê Onder Aksakal beşdarî mitîngê bibin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Stenbol di serî da tê payîn ku ji çar aliyê Tirkiyeyê bi milyonan welatî beşdarî mitîngê bibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.