Polîtîka

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş: "Min li Diyarbekirê hêvî û coşa ji bo pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dît"

"Min di gera xwe ya kurt a li kolanên Diyarbekirê da di çavê gel da hêvî, coşa ji bo pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dît"

Aziz Aslan, Ali Kemal Akan  | 17.10.2025 - Rojanekırın : 19.10.2025
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş: "Min li Diyarbekirê hêvî û coşa ji bo pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dît"

Diyarbakir

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş der barê helbesta Kurdî ya ku di Merasima Vekirina Sala Akademîk a Zanîngeha Dîcleyê da got ku "Malikeke Kurdî bû ku wateya wê bihevrabûnê, serdestiya aştî, aramî û gumrahiya di nav me da dixwest. Ez di wê baweriyê da me ku ev dê piştgiriyê bide biratî û gumrahiya li Tirkiyeyê."

Kurtulmuş piştî bernameya "Hevdîtina Civaka Sivîl a Diyarbekirê" pirsên rojnamevanan a der barê ziyareta Diyarbekirê û rojevê bersivand.

Kurtulmuş qal kir ku li Diyarbekirê bernameyeke xweş derbas kirin û ji Diyarbekirû û Dîwana Serokatiyê ya TBMMê nêzî 30î parlamenter beşdarî bernameya ku çendî meh berê hatibû plankirin bûn.

Kurtulmuş got ku bernameyên ku hem li Zanîngeha Dîcleyê û hem jî bi saziyên civakî yên sivîl ra kirin kêrhatî bûn û got ku "Min di gera xwe ya kurt a li kolanên Diyarbekirê da di çavê gel da hêvî, coşa ji bo pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dît. Înşeallah ev pêvajo bi awayekî serkeftî li gor piştgiriya ku her kesê dayê memnûn bike û birastî jî dahatûya Tirkiyeyê hilde bin temînatê, ronî bike temam bibe."

Kurtulmuş li ser pirsa "Ji hesabê fermî ya TBMMê heta îro bi çendî zimanan parvekirin hat kirin. We di bernameya xwe ya li zanîngehê da helbesteke Kurdî xwend û ji ser hesabê fermî ya TBMMê hat parvekirin. Yên rexne kirin çêbûn, yên erênî dîtin jî çêbûn.. Hûn dixwazin li ser vê mijarê çi bibêjin?" got ku "Malikeke Kurdî bû ku wateya wê bihevrabûnê, serdestiya aştî, aramî û gumrahiya di nav me da dixwest. Ez di wê baweriyê da me ku ev dê piştgiriyê bide biratî û gumrahiya li Tirkiyeyê."

Kürtçe ana dilde eğitimin önündeki engellerin kaldırılacağını düşünüyor musunuz?" sorusuna Kurtulmuş, şu yanıtı verdi:

"Üniversite açılışında kendi görüşlerimi ifade ettim. Çok temel bir insani haktan bahsettim. Herkesin doğuştan gelen haklarından birisi, kendi ana dilini kullanabilmesidir. Nasıl karar alınacağı konusu ise ifade ettiğim gibi komisyonun vereceği bir karardır. Tekraren altını çizerim. Komisyon, yasa yapmak için kurulmuş bir komisyon değildir. Anayasa değiştirmek için kurulmuş bir komisyon değildir. Bu komisyon, sadece bu sürecin demokratik olgunlukla bitirilmesi için tespitlerini ve tekliflerini TBMM Genel Kuruluna tavsiye eder. Benim temennim, alınacak kararın daha evvel aldığımız üç kararda olduğu gibi ittifakla alınarak Meclis'in Genel Kuruluna komisyonun raporunun gönderilmesidir."

Kurtulmuş li ser pirsa "Bi ya we dê astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî bê rakirin, hûn di vê mijarû da çi difikirin?" wiha axivî:

"Min di vekirina zanîngehê da fikrên xwe gotin. Men behsa mafeke gelekî însanî kir. Yek ji mafên mirovan ên ku zikmakî tên bikaranîna mafê zimanê wan a zikmakî ye. Mijara dê biryareke çawa bê hildan jî wekî min got dê ji hêla komîsyonê va bê dayîn. Dubare destnîşan dikim. Komîsyon ne komîsyonek e ku ji bo çêkirina qanûnan hatiye avakirin. Komîsyon ji bo guhetina makezagonê nîne. Ev komîsyon tenê ji bo ku pêvajo bi kamiliyeke demokratîk bi dawî bibe tesbît û pêşniyazên xwe pêşniyazî Lijneya Giştî ya TBMMê dike. Hêviya min ew e ku biryara bê hildan wekî sê biryarên me berê hilda bi tifaq bê hildan û komîsyon rapora xwe ji Lijneya Giştî ya Meclisê ra bişîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.