Dinya

Serokê Ragihandina Serokomariyê pirsên rojnameya Ta Neaya Yûnan bersivandin

Derya Gülnaz Özcan  | 25.11.2023 - Rojanekırın : 26.11.2023
Serokê Ragihandina Serokomariyê pirsên rojnameya Ta Neaya Yûnan bersivandin

Atina

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun der heqê têkiliyên Tirkiye û Yûnanistanê da got, "Divê em der heqê hev da bi hev ra xeberdin, ne bi yên din ra xeberdin. Firasetekî bi vî rengî wê alîkariya me bike ku em rêzê nîşanî hesasiyetên hev û berjewendiyên hev ên sereke bidin. Bi vî hawî baweriya me jî dê bi hev were."

Altun ji Ta Neaya rojnameya navdar a Yûnanistanê ra axivî û pirsên li ser têkiliyên Tirkiye-Yûnanistan û êrîşên ku Îsraîlê birin ser Filistînê bersivandin.

Altun destnîşan kir ku rageşî kêrî tu alî nayê, demeke dirêj e ku di navbera Tirkiye û Yûnanistanê da pirsgirêkên tevlihev hene.

Altun wiha axivî, "Lêbelê em dikarin ji bo xêra nifşên nû van (mijaran) çareser bikin. Em her du alî jî ji zarokên xwe ra wekî dewra Ataturk û Venîzelos deyndarê têkiliyên qenc ên cînartiyê ne. Lihevhatina wan ji bo nifşên nû gaveke mezin bû. Divê em van gavan bidomînin. Welatên me di nava heman tifaqê da ne û şert û mercên me îro pir baştir in. Zehmetiyên me yên hevpar jî hene."

Altun der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê da diyar kir, ji 7ê Cotmehê heya niha trajediyên herî mezin yên dîrokê diqewimin.

Fahrettîn Altun ji bo tansiyon bikeve û rageşî nepeke herêmên din divê her kes çi ji destan tê bike û wiha axivî, "Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku wezîfeya wê parastina aştiyê ye berpirsyariya xwe bi cî neanî. Li dinyayê bi milyonan însan ji bo sûcên şer yên Îsraîlê protesto bikin, derdikevin kolanan. Hesasiyeta ji bo Filistîniyên bi dehan salan e rastî bêedaletiyê tên zêde dibe."

Altun destnîşan kir, ji du dewletên cuda cînarên hev bin jî nayê hêvîkirin ku di hemû meseleyên navneteweyî da mîna hev bifikirin û wiha axivî, "Helbet weke du dewletên cînar û mutefîqên NATOyê, armanca me ya hevbeş ew e ku ji hemû qeyranên di nava hev da, yên herêmî û navneteweyî dûr bisekinin û rê li berê bigirin. Ez dibêjim hûn jî di heman fikrê da ne ku Tirkiye û Yûnanistan wê bi hev ra bi zehmetiyan ra serederiyê bikin û bi vî awayî hêzdartir bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.