Tirkiye

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun ji ber axaftina wî ya Kongreya Amerîkayê bertek nîşanî Netanyahu da

Zafer Fatih Beyaz  | 25.07.2024 - Rojanekırın : 27.07.2024
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun ji ber axaftina wî ya Kongreya Amerîkayê bertek nîşanî Netanyahu da

Ankara

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ya li Kongreya Amerîkayê ji bo Amerîka û Kongreya Amerîkayê lekeyeke mezin e.

Fahrettin Altun nêrîna xwe wiha parve kir: "Washîngton bi mazûvaniya siyasetmedarekî ku ji sûcên şer berpirsyar e, peyamê dide dinyayê ku ew hema bibêje qet guh nade jiyana sivîlên bêguneh. Bi yek gotinê va şerm e ku destûr ji bo Netanyahu tê dayîn ku ew ji kursiya Kongreya Amerîkayê propagandayê û her cure heqaretê li xwepêşandêrên Amerîkî yên aştiyane tevdigerin ra bike. Hin siyasetmedarên Amerîkî yên ku ji bo berjewendiyên siyasî dibin hevparên hikûmeta Îsraîlê wê bibin sedema encamên ku îtibara Amerîkayê ya li dinyayê kêm dike. Qet nebe hin siyasetmedarên Amerîkî yên li dijî axaftina Netanyahu ya hovane protestoyê kirin an jî li dijî wî derketin hebûn."

Altun wiha dewam kir: "Axaftina wî ne tenê bi derewên eşkere, di heman demê da bi nefreta li hemberî Filistîniyan jî dagirtî bû. Zimanê nemirovane ku wî timî li hemberî gelên dagirkirî bi kar dianî, li vir jî bi tevahî xuya bû. Em silavan li wan Amerîkiyên ku red dikin ku bibin beşeke ji vê kirêtî û xirabiyê. Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê yên girêdayî hikûmeta Netanyahu li Filistînê sûcên ji hed der dikin. Kongreya DYAyê bi alîkariya aborî, çek û cebilxaneyan ev şer mimkun kir û heta teşwîq jî kir. Hewldanên alîkariya Îsraîlê bi awayekî ku bi mafên mirovan bê şertkirin, têk çû. Eger Amerîka bi wê niyetê be ku di warê kurewî da xwedî îdia be divê dawî li vê bîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.