Serokê Konseya YEyê Michel: Ji bo alîkariya însanî derbasî Xezeyê bibe tevdîrên nû yê Îsraîlê "têrê" nakin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel diyar kir ji bo alîkariya însanî derbasî Xeta Xezeyê bibe tevdîrên nû yê Îsraîlê "têrê" nakin û wiha got, "Li Xezeyê zarok û dergûş ji birçîna dimirin. Li Xezeyê birçîbûn weke çeka şer tê emilandin û divê demildest ev yeka ji holê rabe."
Charles Michel li ser hesabê xwe yê Xê ji ber ku Îsraîlê qebûl kir ji Xeta Xezeyê ra birina alîkariya însanî bê zêdekirin, daxuyanî da.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Michel diyar kir, li gor biryara Îsraîlê ji bo demekê wê alîkariya însanî ji Keştîgeha Aşdodê û Deriyê Beyt Henûn (Erez) ra derbas bibin û alîkariyên ji ser Urdunê ra tên jî wê ji Deriyê Kerem Ebû Salim (Şalom) ra bên derbaskirin, lê ev têrê nake û wiha got, "Li Xezeyê zarok û dergûş ji birçîna dimirin. Li Xezeyê birçîbûn weke çeka şer tê emilandin û divê demildest ev yeka ji holê rabe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.