Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Trump: “(Serokomar Erdogan) Mirovekî pir bi aqil û bi hêz e"
- “Tirkiye pir bi aqil e. (Serokomar Erdogan) Mirovekî pir bi aqil û bi hêz e. Ez dikarim bibêjim ku Esed bi tiştên ku li zarokan kiriye va qesabek e."

Washington DC
Donald Trumpê ku wek Serokê 47emîn ê Amerîkayê hat hilbijartin dema behsa geşedanên dawî yên li Sûriyeyê kir wiha got: "(Serokomar Recep Tayyîp Erdogan) Mirovekî pir bi aqil û bi hêz e."
Trump di civîna çapemeniyê ya li Maralagoya Florîdayê li ser geşedanên dawîn ên ku bûn sedema têkçûna rejîma Beşar Esed a li Sûriyeyê axivî.
Trump wiha got: “Tirkiye pir bi aqil e. (Serokomar Erdogan) Mirovekî pir bi aqil û bi hêz e. Ez dikarim bibêjim ku Esed bi tiştên ku li zarokan kiriye va qesabek e.”
Trump diyar kir ku Amerîka dikare li herêmê bi Tirkiyeyê ra bixebite û pirsa rojnamevanekî ya "Hûn ê di mijara 900 eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê da çi bikin?" wiha bersivand: "Divê rêyeke din a ji bo vê hebe. Yek ji wan jî Tirkiye ye."
Trump bal kişand ku Tirkiye "hêzeke girîng e" û wiha got: "(Serokomar) Erdogan kesekî wisa ye ku ez bi wî ra baş li hev dikim. Hezeke wî ya eskerî ya mezin heye û ev hêza wî di şeran da xisar nedît. Wî artêşeke pir bi hêz ava kir."
- "Mifteya Sûriyeyê wê di destê Tirkiyeyê da be"
Trump peyam da ku Amerîka bi mitefîqê xwe yê NATOyê Tirkiyeyê ra dikare li Sûriyeyê bêtir bi bandor be.
Trump îdia kir ku li pişt hêzên ku li Sûriyeyê bi pêş va diçin da Tirkiye heye û da zanîn ku ev ji bo wî ne pirsgirêk e û wiha got: "Mifteya Sûriyeyê wê di destê Tirkiyeyê da be. Dibe ku we kesekî vê bibêje nebihîstibe, lê ev wiha ye."