Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "PKK divê demildest çekên xwe teslîm bike"

- "Ji bo ku hedefa Tirkiyeya bêteror enfekte nebe, hin komplîkasyon dernekevin divê PKK demildest çekên xwe deyne, kongreya xwe berhev bike û miameleya fesixkirina rêxistininî temam bike"

Alper Şaşmaz, Zafer Fatih Beyaz  | 29.04.2025 - Rojanekırın : 30.04.2025
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "PKK divê demildest çekên xwe teslîm bike"

Ankara

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got ku "Ji bo ku hedefa Tirkiyeya bêteror enfekte nebe, hin komplîkasyon dernekevin divê PKK demildest çekên xwe deyne, kongreya xwe berhev bike û miameleya fesixkirina rêxistininî temam bike."

Bahçelî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da rojev nirxand.

Bahçelî got ku "Li Qamişloya bajarê Sûriyeyê bi teşwîq û piştgiriya Amerîka û Fransayê di 'Konfernasa Helwesta Hevpar û Yekîtiyê' ya ku bi organîzasyona ENKS û PYDyê hat ldiarxistin da daxwazên dabeşkar hatine ziman, biryarên dijî yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê hatine hildan."

Bahçelî bal kiaşnd ku li Sûriyeyê pêşnizayeke çareseriyê ya ku navendparêz nîne ango pêkhateya unîter qebûl nake tê nîqaşkirin û wiha axivî:

"Provokasyona Qamişloyê rezalet e xirakirina karekî temambûyî ye...Helbet birêvebiriya Şamê biryar û daxuyaniyên vê konferansa qisûrdar, xirab, bi îcazet û keysperest bi tundî red kiriye, yekîtî û bihevrabûna ax û gelên Komara Ereb a Sûriyeyê parastiye û wekî xeta sor destnîşan kiriye. Bi tesîr, telkîn û lêferzkirinên hêmanên xaricî va mutebqata 10ê Adarê ya di navbera terorîst Mezlûm Ebdî û Serokomarê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê Ehmed Şarada da hatiye îxlalkirin. Telafîkirina vê îxlalê çekdanîna PYD/YPGya rêxistina terorê û di çarçoveya nexşerêya ku Komara Ereban a Sûriyeyê diyar kiriye da entegrebûna wê ji bo aştî û dahatûya herêmê xwedî girîngiyeke heyatî ye. Hewcehiyeke hevgirtîbûnê ye ku DEM Partiya ku di îstiqameta bibe partiyeke Tirkiyeyê da bi cehd û sebir pêş ketiye bertek nîşanî vê lîstika tê lîstin bide. Ji bo ku hedefa Tirkiyeya bêteror enfekte nebe, hin komplîkasyon dernekevin divê PKK demildest çekên xwe deyne, kongreya xwe berhev bike û miameleya fesixkirina rêxistininî temam bike. Bêyî ku şert û merc bên gotin girêdaniya bangewaziya Îmraliyê ya 27ê sibatê esas e û îtibat û îteata kesê ku rêxistina terorê ya dabeşkar wekî rêber dibîne esas e. Rêyeke din an jî hinceteke din ku xwe bispêrinê nemaye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.