Dinya

Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskî diyar kir, di bergîdana endamtiya NATOyê da ew amade ye ku dev ji wezîfeya xwe berde

Ayşe İrem Tiryaki  | 23.02.2025 - Rojanekırın : 24.02.2025
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskî diyar kir, di bergîdana endamtiya NATOyê da ew amade ye ku dev ji wezîfeya xwe berde

Ankara

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir, ji bo aştiyê heke hewce bike ew dikare dev ji wezîfeyê berde.

Zelenskî civîna çapemeniyê li dar xist û der barê Amerîka û NATOyê da daxuyanî da.

Zelenskî diyar kir, ji bo ku li Ukraynayê aştî pêk were, ew amade ye ku dev ji wezîfeya xwe ya serokatiya dewletê berde, heke derfeteke wiha hebe ew dikare di bergîdana "endamtiya NATOyê" da îstifa bike.

Zelenskî destnîşan kir, bi qasî ku Serok Trump îdia dike, deynê wan ji Amerîkayê ra tuneye, Ukraynayê ji Amerîkayê 350 milyar na, 100 milyar dolar alîkarî stand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın