Dinya

Serokê Dewleta Filistînê Ebas li pirtûka Ajansa Anadoluyê "Delîl"ê nihêrî

Mustafa Deveci  | 06.03.2024 - Rojanekırın : 08.03.2024
Serokê Dewleta Filistînê Ebas li pirtûka Ajansa Anadoluyê "Delîl"ê nihêrî

Ankara

Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas li pirtûka Ajansa Anadoluyê (AA) ya bi navê "Delîl" nihêrî ku ji wan wêneyan pêk tê yên emilandina fosfora spî di nav da wêneyên di dirûvê belgeyan da ên der heqê sûcên şer ên Îsraîlê yên di êrîşên dijî Xezeyê da.

Pirtûka AAyê "Delîl" Ebasê ku li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyip Erdogan hat Enqereyê, hat nasandin.

Ebas pirtûk kontrol kir û ji bo "Delîl"an spasiya AAyê kir û destnîşan kir ku ev pirtûk, belgeyeke girîng e ku sûcên şer ên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê kirin, nîşan dide.

- Pirtûka "Delîl"an sûcên Îsraîlê belge dike

Welatên Rojava di serî da gelek welat li hemberî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê bêdeng man û her wiha gelek welatan jî ji bo qetlîaman teza "kêmasiya delîlan" derxistin pêş.

Li ser îdiayên navborî, AAyê biryar sitand ku dîmenên kameraman û nûçegihanên wêneyan ên wê ji destpêka êrîşan vir va kişandin, wek pirtûk çap bike ku ji bo hiqûqa navneteweyî bibin delîl.

Pirtûka ku ji hêla ekîbeke pispor bi Tirkî, Îngilizî û Erebî hat amadekirin, bi navê "Delîl" hat çapkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.