Serokê Amerîkayê Trump bi Serokdewletê Rûsyayê Putîn ra der barê pêvajoua agirbestê da axivî

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn û di axaftinê da hûrgiliyên der barê pêvajoya agirbesta Rûsya-Ukraynayê da guftûgo kirin.
Dan Scavînoyê Alîkarê Midûrê Qelema Taybet a Qesra Spî li ser hesabê xwe yê Xê parvekirin kir û got ku herdu serokan axaftineke berfireh û baş kirin.
Hat ragihandin ku hevdîtina ku bi saeta herêmî ya Amerîkayê di saet 10.00an da dest pê kir 2,5 saet dewam kir.
Qesra Spî hê der barê axaftinê da daxuyaniyek neda û diyar kir ku axaftina ku agirbesta Rûsya-Ukraynayê hat guftûgokirin "baş" derbas bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.