Serokê Amerîkayê Trump: "(Êrîşa dijî Îranê) Dibe ku bikim jî nekim jî"
- "Îranî gihaştin me, min ji wan ra got ku 'êdî zehf dereng e.' Îraniyan pêşniyaz jî kirin ku bên Qesra Spî, ev tevgereke wêrek e lê ji bo wan hêsan nîne" - "(Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn) Min ji Netanyahu ra got ku bila dewam bike"

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa dê êrîşê Îranê bike yan na got ku "Dibe ku bikim jî nekim jî. Tu kes nizane ka ez dê çi bikim."
Serokê Amerîkayê Trump di çalakiya ku ji bo li baxçeya Qesra Spî danîn dîregên mezin ên alayê hat lidarxistin da rageşiya Îsraîl-Îranê nirxand.
Trump di mijara zêdebûna rageşiya Îsraîl-Îranê da behsa gelek mijaran kir û bersiva pirsa "Gelo Amerîka dê êrîşî Îranê bike yan na?" da.
Trump li ser pirsa "Gelo hûn nêzî êrîşa dijî tesîsên nukleerê yên Îranê ne yan na?" got ku "Ez nikarim vê bibêjim, ne wisa? Hûn nafikirin ku ez ê bi awayekî cidî bersiva vê bidim ne wisa."
- "Dixwazin ku bi me ra mizakereyê bikin"
Trump got dibe ku dijî Îranê êrîş bikin jî nekin jî û wiha axivî: "Dibe ku bikim jî nekim jî. Tu kes nizane ka ez dê çi bikim. Ez dikarim vê bibêjime we, gelek pirsgirêkên Îranê hene û dixwazin ku bi me ra mizakereyê bikin."
Ji Serokê Amerîkayê Trump parvekirina wî ya wekî bila Îran bê şert û merc teslîm bibe hat pirsîn, li ser vê got ku "Teslîmiyeta bêşert û merc ji bo min tê meneya ku her tişt qediyaye. Îran niha bi temamî bêparastin e, tu parastina wan tune."
Trump got Îran dixwaze ku mizakereyê bike heta xwestin ku bên Qesra Spî û got ku "Îranî gihaştin me, min ji wan ra got ku 'êdî zehf dereng e.' Îraniyan pêşniyaz jî kirin ku bên Qesra Spî, ev tevgereke wêrek e lê ji bo wan hêsan nîne."
Trump di dawiya axaftina xwe da got ku "ji bo mizakerekirinê tu tişt dereng nîne."
- "Ez her roj bi Netanyahu ra hevdîtin dikim"
Serokê Amerîkayê diyar kir ku her roj bi Serokwezîrê Îsraîlê binyamîn Netanyahu ra hevdîtin dike û got ku "Min gote wî ku bila dewam bike."