Serokê Amerîkayê Biden got Îran "dike ku" bersiva Îsraîlê bide

New York
Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kir, piştî ku Îsraîlê di 1ê Nîsanê da li Sûriyeyê li ciyê balyozxaneyê li avahiya konsolosxaneyê xist, Îran "dike ku" bersiva Îsraîlê bide.
Bîden li Qesra Sipî daxuyanî da rojnamevanan û pirsa der barê îhtimala êrîşa Îranê ya dijî Îsraîlê bersivand.
Joe Biden diyar kir Îran "dike ku" bersiva Îsraîlê bide.
Biden di vê mijarê da hişyarî da Îranê û wiha axivî, "Me xwe daye ber parastina Îsraîlê. Em ê pişta Îsraîlê bigirin. Em ê piştgiriyê bidin parastina Îsraîlê û wê Îran bi ser nekeve."
Îsraîlê di 1ê Nîsanê da li Şamê li ciyê balyozxaneyê bi êrîşa asîmanî li avahiya konsolosxaneyê xistibû. Ji Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê 3 jê serbaz 7 kes hatibûn kuştin.
Pêşengê Îranê Ayetullah Elî Xameney destnîşan kiribû ku êrîşa li Şamê rasterast êrîşa dijî axa Îranê ye û gotibû ku wê ev êrîş bê cezakirin.