Serokê Amerîkayê Bîden eşkere kir ku di navbera Îsraîl û Hemasê da peymana agirbestê hat kirin

Washington DC
Serokê Amerîkayê Joe Bîden eşkere kir ku di encama dîplomasiya ku Amerîka, Misir û Qeterê bi hev ra bi rê va bir da Îsraîl û Hemasê di mijara agirbest û êsîran da li hev kir.
Serokê Amerîkayê Bîden daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku di navbera Îsraîl û Hemasê da lihevkirin pêk hat.
Bîden di daxuyaniya xwe da got ku "Îro di encama dîplomasiya ku Amerîka, Misir û Qeterê bi hev ra bi rê va bir da Îsraîl û Hemasû di mijara agirbest û êsîran da li hev kirin."
Bîden da zanîn ku bi peymana navborî ra "pevçûnên" li Xezeyê dê rawestin, êsîr bên berdan û Filistînî dê bigihêjin alîkariya însanî ya hewce û ragihand ku ji ber xebera agirbestê kêfxweş in.
Bîden got ku "Ya rast demek dirêj berî niha divê pevçûn xilas bibûna, dest bi avakirina aştî û ewlehiyê bikirana" û diyar kir ku bi taybetî ji ber ku dê êsîr serbest bimînin kêfxweş e.
Ji hêla din va Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres jî diyar kir ku ji ber peymana di navbera Îsraîl û Hemasê memnûn bûn û bangewaziyê aliyan kir ku peymanê tetbîq bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.