Dinya

Sererkanê Îsraîlê ragihand ku wan bajarê Xezeyê dorpêç kiriye

Mustafa Deveci  | 02.11.2023 - Rojanekırın : 03.11.2023
Sererkanê Îsraîlê ragihand ku wan bajarê Xezeyê dorpêç kiriye

Quds

Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî ragihand ku eskerên Îsraîlê bajarê Xezeyê dorpêç kiriye û li nava bajêr operasyonan li dar dixin.

Halewî li baregeheke Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê, derbarê êrîşên li dijî Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî da nirxandin kir.

Halewî got ku niha di êrîşên li dijî Xezeyê de ji Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê, "ji nîvî kêmtir" bikar tînin û destnîşan kir ku beşa mayî dema pêwîst bû li eniyên din di amadehiyê de ne.

Halewî diyar kir ku di şerê li Xezeyê de "ew gihiştine qonaxeke din a giring" û destnîşan kir ku eskerên Îsraîlê li navenda bakurê bajarê Xezeyê ne û got, "Hêzên di nava Xezeyê de destbikar in, wê dorpêç dikin, operasyona bejayî û serkeftinên xwe kurtir dikin."

Halewî ji bo pirsa sotemeniyê ya li Xezeyê got, "Ji 7ê cotmehê ve em rê nadin sotemenî têkeve Xezeyê, lê sotemeniya li nexweşxaneyan neqediyaye. Heke biqede jî di bin çavdêriyê de, em ê rê bidin sotemenî bigihije nexweşxaneyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.