Çand û huner

Sepana kirêca nano ya li Çiyayê Nemrûd encama erênî da

Orhan Pehlül  | 23.10.2023 - Rojanekırın : 25.10.2023
Sepana kirêca nano ya li Çiyayê Nemrûd encama erênî da

Adıyaman

 Hat ragihandin, sepana kirêca nano ya bi ser peykerên qerase yên li Çiyayê Nemrûd ê li Adiyemanê hat sepandin erênî encam da.

Par meha îlonê bi teknolojiya nano va derz û terkên piçûk ên peykerên di Lîsteya Mîrata Kelepora Cihanî UNESCOyê da ne yên ku 2 hezar sal e li terasa rojhilat û rojava yên tumulusê ne, hatin kirêckirin.

Piştî xebata kirêckirina nano ya ji hêla ekîbên Laboratuvara Restorasyon û Konservasyonê ya Herêmê ya Gazîentabê hat kirin, di kontrolên bi şûnda hatin kirin da hat tesbîtkirin ku sepana kirêckirina nano bi kêr hat û peykeran diparêze.

Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan diyar kir ku par meha îlonê li ser 4 peykeran xebat hat kirin û piştî xebatê ji me ra rapor şandin ku xebata navborî ya li ser peykeran hat kirin, erênî ye û peykeran diparêze.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın