Senatoya Amerîkayê alîkariyên bo Ukrayna, Îsraîl û Taywanê jî tê da, pakêta alîkariyê ya 95,3 milyar dolarî pesend kir

Ankara
Senatoya Amerîkayê piştî nîqaşên dûr û dirêj, alîkariyên ji bo Ukrayna, Îsraîl û Taywanê jî tê da, pakêta alîkariyê ya 95,3 milyar dolarî pesend kir.
Di nava Partiya Komarparêz da li ser rola dervayî welêt a Amerîkayê bi mehan nîqaş hatin kirin. Piştî van nîqaşan Senatoya Amerîkayê ev pakêt pesend kir.
Beriya dengdayînê komek senatorên Komarparêz li dijî wê yekê bûn ku Amerîka qasî 60 milyar dolarî alîkariyê bide Ukraynayê. Senatoran bal kişand ku divê Amerîka ji dêvla ku pera dişîne dervayî welêt bira bi pirsgirêkên xwe ra eleqedar bibe.
Di dengdayînê da 70 senatoran dengê "erê", 29 senatoran dengê "na" da.
Pakêta ku di senatoyê da hat pesendkirin, wê biçe ber destê Meclisa Nûneran.
Ji bo ku Serokê Amerîkayê pakêtê îmze û pesend bike, divê Meclisa Nûneran jî pakêtê pesend bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.