Dinya

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres: "Remezanê jî dest pê kir, lê li Xezeyê hê kuştin, bombekirin û qetlîam dewam dikin"

Şerife Çetin  | 11.03.2024 - Rojanekırın : 12.03.2024
Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres: "Remezanê jî dest pê kir, lê li Xezeyê hê kuştin, bombekirin û qetlîam dewam dikin"

New York

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres got Remezanê jî dest pê kir, lê li Xezeyê hê kuştin, bombekirin û qetlîam dewam dikin û bang kir ku bila agirbesta lezgîn çêbibe.

Guterres li avahiyê Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê daxuyanî da rojnamevanan.

Guterres diyar kir ku meha Remezanê ya ku Mislimanên dinyayê di vê mehê da nirxên aştî, lihevkirin û hevgirtinê belav dikin dest pê kiriye û wiha got: "Remezanê jî dest pê kir, lê li Xezeyê hê kuştin, bombekirin û qetlîam dewam dikin."

Sekreter Guterres bi bîr xist ku pevçûnên li Xezeyê ketine meha xwe ya 6emîn û wiha got: "Îro ez bangeke xurt dikim ku li gor ruhê Remezanê bila çek bên bêdengkirin û hemû astengî bên rakirin da ku alîkariyên jiyanê bi lez bigîhêjin."

Guterres xwest ku hemû girtî bila bên berdan û wiha axivî: "Çavê cîhanê li me ye. Çavê dîrokê li me ye. Em nikarin serê xwe ji aliyê din va bizivirînin. Ji bo pêşîgirtina li mirinan divê em tevbigerin."

Guterres got di heyama wezîfeya xwe da heta niha ew nebûye şahidê asteke wiha ku evqas sivîl hatine kuştin û wêranî çêbûye û anî ziman ku alîkarî pir hindik digihêje Xezeyê, wek dilopê hindik e.

Guterres destnîşan kir ku divê guh bidin qêrîna malbatên ku bûne mexdûrên pevçûnê yên li Xezeyê û got ew benda gaveke lezgîn in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın