Sekreterê Giştî yê NYê Guterres: "Diyar e ku di rêvebiriya eskerî (ya Îsraîlê) da şaşiyek heye"

New York
NEW YORK (AA) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got, "Di pevçûnan da jimara zarokên ku di salekê da dihatin kuştin bi sedan dihatin îfadekirin. Li Xezeyê di demeke kin da bi hezaran zarok hatin kuştin. Diyar e ku di rêvebiriya eskerî (ya Îsraîlê) da şaşiyek heye."
Guterres di çarçoveya çalakiya bi navê "Reuters Next"ê da bû mêvanê bernameyê.
Guterres diyar kir ku divê Hamas kesên dîlgirtî bi awayekî "acil û bê şert û merc" berde, di vê çarçoveyê da bi welatên ku mîna Qeterê tesîra wan heye ra têkliî dewam dikin.
Guterres destnîşan kir ku ji bo Xezeyê gîhandina alîkariya însanî pir girîng e, berî niha rojê 500 TIRên alîkariyê derbasî Xezeyê dibûn, lê di vê rewşê da ev 18 roj in tenê 630 TIR derbas bûne û wiha dewam kir, "Heta niha pir kêm alîkarî gihîştiye wê derê û pir dereng ma."
Guterres diyar kir, hê destûr nayê dayîn ku sotemenî derbasî Xezeyê bibe û got ku seba av, xida û dermanan tengasiyeke mezin heye.
Guterres destnîşan kir ku "Li Xezeyê rewşa însanî felaket e" û bal kişand ku divê hemû alî rêzê nîşanî hiqûqa mirovahî ya navneteweyî bide.
Guterres bibîr xist ku NY her sal der barê zarokên ku di pevçûnan da tên kuştin, raporekê eşkere dike û wiha dewa kir, "Di pevçûnan da jimara zarokên ku di salekê da dihatin kuştin bi sedan dihatin îfadekirin. Li Xezeyê di demeke kin da bi hezaran zarok hatin kuştin. Diyar e ku di rêvebiriya eskerî (ya Îsraîlê) da şaşiyek heye."
Guterres got ku "Divê agirbesta însanî çêbibe" û destnîşan kir ku divê guh bidin hiqûqa şer.
Guterres behs kir ku dîmenên sehm ên ku her roj derdikevin holê "sempatiya ku piştî êrîşa Hemasê ya 7ê cotmehê vir va bo Îsraîlê derket holê" dide jêpirsîn û got ku heke Îsraîl guh bide hiqûqa şer ev dê ji bo berjewendiyên wî be.
- "Em tevî karê mehkemeyan nabin"
Guterres li ser pirsa "Gelo îdiayên sûcên şer ên der barê Hemas û Îsraîlê da li Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî bê darizandin?" bersiva "Mehmeke biryara vê dide Em tevî karên mehkemeyan nabin."
Guterres got ku hember serxwebûna Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî rêz digirin û amade ne ku her cure piştgiriyê bidin.
- "Pere û hêza NYyê tune lê dengê wî heye"
Guterres li ser pirsa gelo NY dikare çi bibêje got ku "Pereyê me tune, hêza me tune lê dengekî me yê serbixwe yên ku xwe dispêre Şertê NYyê heye."
Guterres bal kişand ku kapasîteya NYyê heye ku bîne bal hev.
Guterres da zanîn ku jimara personelên NYyê yên ku di êrîşên li Xezeyê da hatin kuştin derket 92yan û behs kir mimkûn nîne ku ji bo xebatkaran atmosfereke ewledar bê pêkanîn.
- "Welatên endam dikarin biryara rola NYyê ya pêşerojê da bidin"
Guterres got ku welatên endam dikarin biryarê bidin ka di pêşerojê da NY li Xezeyê dê roleke çawa bilîze.
Guterres nirxandina "Lê bi ya min senaryoya îdeal ew e ku piştî operasyona eskerî birêvebiriya Filistînê li Xezeyê kontrola siyasî hilde dest." kir û got ku ji bo çareseriya du dewletî divê mizakereyên cidî bidin destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.