Seferên geşta asîmanî yên HKIyê piştî rawestandinê dîsan destpê kirin

Ankara
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Ano Cewher ragihand ku balafirgehên HKIyê bi hemû hêza xwe kar dikin û di warê teknîkî û ewlehiyê de ti pirsgirêk tune ne.
Ano Cewher li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê girtina balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê de peyamek belav kir.
Cewher di parvekirina xwe de wiha got, "Li Balafirgehê Navneteweyî yên Hewlêrê û Silêmaniyê di warê teknîkî û ewlehiyê de ti pirsgirêk tune ne. Ti hêzên ewlehiyê li balafirgehan nehatine bicihkirin. Balafirgeh bi hemû hêza xwe kar dikin."
- "Desteya Asîmanî ya Sivîl a Iraqê biryara rawestandina seferan dabû"
Ji aliyekî din ve Endamê Lijneya Veguhestinê ya Parlamentoya Iraqê Karwan Yarweys ji nûçegihanê Ajansa Anadoluyê re got: "Desteya Asîmanî ya Sivîl a Iraqê biryara rawestandina seferan da."
Yarweys anî ziman ku guman hatibû kirin ku firokeyeke bê firokevan li asîmanê HKIyê difire û got, "Ji ber wê geştên asîmanî yên Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatibûn rawestandin. Biryara rawestandinê ya ku tenê ji bo çend saetan hatibû dayin, hate rakirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.