Sandiqên alîkariyê yên ji asîman avêtin Xezeyê, bi ser sivîlan da ketin: 5 mirî

Gazze
Hat ragihandin ku ji ber paraşûtên sandiqên alîkariyên mirovî yên ku ji balafiran avêtin Xeta Xezeyê venebûn û bi ser Filistîniyên li herêmê li benda alîkariyê bûn da ketin, 5 kes mirin û hin kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji şahidan sitand, paraşûtên hin sandiqên alîkariya mirovî yên ku ji balafiran hatin avêtin, venebûn û bi ser Filistîniyan da ketin ku li benda daketina alîkariyê bûn.
Şahidên bûyerê ragihandin ku sandiq bi ser sivîlên ku li Kampa Penaberan a Şatî û Kolana Cela ya li bakurê bajarê Xezeyê li benda alîkariyê bûn da ketin.
Çavkaniyên nexweşxaneyê jî diyar kirin ku kesên hewcedar li Xezeyê li benda alîkariyan bûn ku ji asîmanan ber bi bejayê va hatin avêtin û ji ber ku paraşût venebûn sandiq bi lez ketine xwarê, mirî û birîndar hene.
Çavkaniyan diyar kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Şifa û El-Ehlî Baptist ên li bajarê Xezeyê.
Berdevkê Yekîneya Parastina Sivîl Mehmûd Basal jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Telegramê da diyar kir ku hin sandiqên alîkariyê yên ku ji balafiran dihatin danîn bi ser mirov û xaniyan da ket û 5 kes mirin û hin kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.