Dinya

Sûriyeyê êrîşa dijî xaniyê Barzaniyê Serokê HKIyê şermezar kir

Muhammed Karabacak  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Sûriyeyê êrîşa dijî xaniyê Barzaniyê Serokê HKIyê şermezar kir

Damascus

Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê ragihand ku ew bi "îfadeyên herî tund" va êrîşa dijî xaniyê Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şermezar dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku êrîşa navborî ji hêla "komên dereqanûnî" hat kirin û her wiha hat balkişandin ku çalakiyên bi vî rengî, gefê li ewlehî û îstiqrara herêmê dixwin û di heman demê da dijî regezên hiqûqa navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê da êrîş bi "awayê herî tund" hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku piştgiriya Sûriyeyê ya ji bo îstiqrar û yekparebûna axa Iraqê didome û her cure midaxeleya biçek a dijî karûbarên navxweyî yên vî welatî tê redkirin.

Roja şemiyê di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê da hatibû ragihandin ku li dijî xaniyê Barzanî yê li Duhokê bi dronê êrîş hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.