Dinya

RTD: Li Filistîna dagirkirî di navbera 7-24ê Cotmehê da li dijî xizmetên tenduristiyê 171 êrîş hatin kirin

Muhammet İkbal Arslan  | 25.10.2023 - Rojanekırın : 26.10.2023
RTD: Li Filistîna dagirkirî di navbera 7-24ê Cotmehê da li dijî xizmetên tenduristiyê 171 êrîş hatin kirin

Geneve

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand, di navbera 7-24ê Cotmehê da Îsraîlê 171 êrîş birin ser xizmetên tenduristiyê yên li ser axa Filistînê ya dagirkirî.

RTDyê li ser êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmehê heta 24ê Cotmehê birin ser xizmetên tenduristiyê raporeke nû weşand.

Li gor raporê bi tevahî li dijî xizmetên tenduristiyê yên li ser axa Filistînê bi tevahî 171 êrîş hatin kirin.

Di êrîşan da 16 jê xebatkarên tenduristiyê yên li ser wezîfeyê, bi tevahî 493 kes hatin kuştin, 387 kes birîndar bûn.

Îsraîlê 96 êrîş li Qudsa Rojhilat a dagirkirî û li Şerîeya Rojava, 75 êrîş jî li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî kirin.

Di van êrîşan da 34 navendên tenduristiyê û 24 ambulansan zirar dît.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.