Çand û huner

Reva Yilmaz Guney ji girtîgehê dê bibe fîlm

Ahmet Esad Şani  | 09.11.2023 - Rojanekırın : 16.11.2023
Reva Yilmaz Guney ji girtîgehê dê bibe fîlm

Istanbul

 Dê jiyana Yilmaz Guneyê aktor, derhêner, senarîst û çêker ji qelema Edî û Bruno Hubschmid bibe filmê sînemayê.

Li gorî daxuyaniya Ugly King Productionê dê çîroka reva Guney ji girtîgehê bibe fîlm.

Ji bo fîlmê çîroka jiyana Yilmaz Guney ku Kazim Çarman dê çeker, Cîhan Înan jî dê derhênerê wê be dê di nêzîk de xebatên hilbijartina aktorên xwemalî û biyanî destpê bikin.

Di filmê de dê jiyannameya Guney piştî ku ji girtîgeha nîvvekirî ya Ispartayê name ji Hubschmid re şand, pêvajoya temamkirina fîlmê "Yol" (Rê), çîroka reva ji girtîgeha Ispartayê ber bi Rodosê, Swîsre û Fransayê wê bê vegotin.

Çêkerê Swîsreyî Edî Hubschmid çîroka Guney ji reva girtîgehê heta mirina wî di pirtûka bi navê "Rêya ber bi Mişextiyê ve" nivîsandibû.

Yilmaz Guney piştî ku li gazînoyeke Yumurtalika navçeya Adanayê dadwerê navçeyê Sefa Mutlu kuşt, cezayê 19 sal hebsê jê re hat birîn. Piştî 5 salan di girtîgehê de ma, sala 1981ê bi îzin ji girtîgehê derdikeve û direve derveyî welêt.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın