Dinya

Rayedarekî Îranî got ku dibe danûstandinên bi DYAyê ra roja Înê pêk neyên

Ahmet Dursun  | 04.02.2026 - Rojanekırın : 05.02.2026
Rayedarekî Îranî got ku dibe danûstandinên bi DYAyê ra roja Înê pêk neyên

Ankara

Rayedarekî Îranî got ku dibe danûstandinên bi DYAyê ra, yên ji bo 6ê Sibatê roja Înê, hatiye plankirin pêk neyên.

Çavkaniyeke dîplomatîk ê Îranî, bi nuçegihanê AAyê re axivî û diyar kir ku berî hevdîtinan têkilî bi DYAyê ra xirab bûne û dibe ku hevdîtin roja Înê pêk neyên.

Rayedar zêde kir ku Wezîrê Karên Derva Ebas Eraqçî dê li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.

Rayedarekî din ê Îranî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, bi Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî ya Tasnim a Îranê ra axivî û got ku pirsgirêk ne guhertina cihê danûstandinan bû, lê belê ew bû ku DYAyî "di bin bandora şerxwazên girêdayî Îsraîlê da bi berdewamî helwestên xwe diguherînin."

Platforma nûçeyan a Axios, çavkanî weke 2 rayedarên DYAyê nîşan da û ragihand ku rêveberiya Washingtonê daxwaza Îranê ya ku hevdîtin li şûna Stenbolê li Umanê û tenê bi formata dualî werin lidarxistin, red kiriye.

Rayedarekî ku bi medyaya Îranî ra axivî got ku her çend Tehran li ser encamek "dadperwer" di hevdîtinên ku ji bo roja Înê, 6ê Sibatê hatine plankirin de disekine jî, hin "provokatorên şer" ên alîgirê Îsraîlê hewl didin ku hevdîtinan berî ku dest pê bikin sabote bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın