Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Rûsya: Ukraynayê bi ÎHAyan êrîşî Moskova û Sîvastopolê kir

Ali Cura  | 10.08.2023 - Rojanekırın : 10.08.2023
Rûsya: Ukraynayê bi ÎHAyan êrîşî Moskova û Sîvastopolê kir

Moskova

 Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku Ukraynayê bi wesayîtên esmanî yên bêmirov (ÎHA) va êrîşî Moskova û Sîvastopolê kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin rejima Kîevê hewl da ku bi ÎHAyan êrîşê bike, lê rê li ber wan hat girtin.

Hat daxuyandin 2 ÎHAyên ber bi Moskovayê va diçûn li Maloyaroslavskiya herêma Kalugayê û Odintsovoya herêma Moskovayê ji hêla pergalên parastinê va hatin îmhekirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "2 ÎHA li nêzîkî bajarê Sîvastopolê ji hêla pergalên parastinê va hatin îmhekirin, bi wesayîtên şer yên elektronîk va rê li ber 9 hebên din hat girtin. ÎHA ketin Behra Reş. Di êrîşên terorê da kes nehat kuştin û zirar çênebû."

Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanîn jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku bi saeta herêmî di saet 04.00an da ÎHAyeke ber bi Moskovayê va diçû li herêma Kalugayê hat îmhekirin, ya din jî li otorêya hawirdor ya navend hat têkbirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın