Rûsya: Îsraîl û Amerîka nahêlin ku dewleta Filistînê ava bibe

Moskova
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, heta dewleta Filistînê ava nebe, ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn ewlehî çêbe û wiha dewam kir, "Hem Îsraîl hem jî Amerîkaya ku piştgiriyê dide Îsraîlê bi her awayî dibe astengê vê pêvajoyê (avakirina dewleta Filistînê)."
Lavrov li Astanaya paytextê Qazaxistanê beşdarî civîna Wezîrên Karên Derva yên Rêxistina Tevkariyê ya Şanghayê (RTŞ) bû û piştî civînê civîna çapemeniyê li dar xist.
Lavrov diyar kir ku ew di civîna wezîran da li ser rewşa Rojhilata Navîn sekinîn û girîngiya avakirina dewleta Filistînê destnîşan kir.
Lavrov wiha axivî, "Heta ku dewleta Filistînê ava nebe, li vê herêma Avrasyayê pêkhatina ewlehiyê ne pêkan e. Fikra me ya hevpar bi vî rengî ye. Hem Îsraîl hem jî Amerîkaya ku piştgiriyê dide Îsraîlê bi her awayî dibe astengê vê pêvajoyê (avakirina dewleta Filistînê)."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.