Dinya

Qeter li Xezeyê ji bo agirbestê dê navbeynkariyê bidomîne

Ali Altunkaya  | 10.11.2024 - Rojanekırın : 12.11.2024
Qeter li Xezeyê ji bo agirbestê dê navbeynkariyê bidomîne

Ad Dawhah

 Wezareta Karên Derva ya Qeterê diyar kir ku dê ji bo agirbesta li Xezeyê hewldanên navbeynkariyê bidomînin.

Macîd el-Ensariyê Berdevkê Wezareta Karên Derva daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Qeterê (QNA) û da zanîn ku nûçeyên di çapemeniyê da derketin û dibêjin ku welatê wî ji navbeynkariya agirbesta li Xezeyê vekişiyaye rast nîne.

Ensarî behs kir ku di mizakereyên dawîn ên ku di rojên borî hatin kirin da ji aliyan ra hat ragihandin ku heke lihevkirinek çênebe dê navbeynkariya di navbera Hemas û Îsraîlê da berwext rawestînin.

Berdevk Ensarî destnîşan kir ji bo ku dawî li pevçûnan bê û êîşên sivîl ên ji ber şertên mirovî yên giran ên li Xezeyê derketine bên sivikkirin Qeter dê ji nû va dest bi hewldanên navbeynkariyê bike.

Ensarî got ku "Dewleta Qeterê dê destûr nede ku navbeynkarî wekî amûra şantajê bê bikaranîn."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın