Dinya

Qeter: Êrîşên ku Îsraîl dibin ser Xezeyê rê nadin hewildanên navçêtiyê

Mohammed Hamood Ali Al Ragawi, Mahmut Geldi  | 04.12.2023 - Rojanekırın : 07.12.2023
Qeter: Êrîşên ku Îsraîl dibin ser Xezeyê rê nadin hewildanên navçêtiyê

Istanbul

 Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî diyar kir, piştî "navbera însanî" êrîşên ku Îsraîl dibin ser Xezeyê rê nadin hewildanên navçêtiyê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Derva ya Qeterê hat dayîn, Wezîr Al Sanî bi têlefonê ji hevkarê xwe yê Amerîkayî Antony Blinken ra axivî.

Êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî di serî da her du wezîr li ser geşedanên ser axa Filistînê, kêmkirina rageşiyê û îhtimalên agirbestê sekinîn.

Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Al Sanî destnîşan kir ku ew ji bo "navbereke însanî" ya nû bi şirîkên xwe ra hewildanên navçêtiyê didin û wiha dewam kir, "Êrîşên ku Îsraîl dibin ser Xezeyê rê nadin hewildanên navçêtiyê û li herêmê felaketa însanî zêdetir dikin."

Al Sanî bal kişand, jin û zarok di serî da kuştina sivîlên bê sûc û bê guneh û bi komî cezakirina wan nayê qebûlkirin, ji bo ku alîkariya însanî bigihîje Filistîniyan divê seba Xezeyê korîdorên însanî werin vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın