Dinya

Qesra Spî ragihand, rewşa tendirustiya giştî ya Trump "gelek baş e"

Bekir Aydoğan  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Qesra Spî ragihand, rewşa tendirustiya giştî ya Trump "gelek baş e"

Ankara

 Qesra Spî Ragihand ku li gorî encamên wênekirina rezonansa manyetîkî (MR) rewşa tendirustiya giştî ya Serokê DYAyê Donald Trump "gelek baş e".

Di daxuyaniya Qesra Spî ya li ser hesabê platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê li DYAyê ye, cih ji bo nirxandinên bijîşkê Qesra spî yên li gor encamên MRê yê Trump hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku pişkinîn ji bo pêşîlêgirtinê ye û ji bo piştrastkirina rewşa tenduristiya wî ya giştî hatiye kirin.

Herwiha tekezî hat kirin ku ev asta nirxandinê "standard" e û "piştrast dike ku tenduristiya giştî ya wî (Trump) pir baş e. Encamên wênekirina kardiovaskuler jî (dil û demar) ên Trump pir normal in. Hemî organên sereke pir saxlem xuya dikin."

- Îdiaya NYTê ku "enerjiya Trump kêm dibe"

Gotara rojnameya New York Times (NYT) a Amerîkan ku performansa Trumpê 79 salî di dema serokatiya wî ya yekem da, bi ya niha ra dida ber hev, di rojeva raya giştî da bûbû rojev.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.