Dinya

Putîn: F-16ên Ukraynayê wê li balafirxaneyên welatên sêyemîn bibin hedefa me ya rewa

Ali Cura  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 30.03.2024
Putîn: F-16ên Ukraynayê wê li balafirxaneyên welatên sêyemîn bibin hedefa me ya rewa

Moskova

Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn anî ziman ku F-16ên Ukraynayê wê dema balafirxaneyên welatên sêyemîn bi kar bînin, li ku derê jî bin, ew ê bibin hedefa wan a rewa.

Putîn li herêma Tvêrê serdana navenda perwerdeya asîmangeriya artêşê ya Wezareta Parastinê kir.

Putîn der barê plana dayîna F-16yan a welatên rojava bo Ukraynayê û perwerdedayîna firokevanên Ukraynayî da, daxuyanî da.

Putîn got, "Ewê di qada pevçûnê da tiştek neguhere. Em îro çawa pergalên pekandinê, tankan, wesayitên zirxdar û hemî techîzatên eskerî îmhe dikin, emê balafiran (yên F-16) jî îmhe bikin.

Putîn bal kişand ser wê yekê ku balafirên şer ên F-16 xwedî şiyana hilgirtina çekên nukleerî ne û destnîşan kir ku di dema têkoşana dijî van balafiran da, ewê vê yekê li ber çavan bigirin.

Serokê Rûsyayê Putîn eşkere kir ku heke ev balafirên ku bidin Ukraynayê û balafirgehên NATOyê bi kar bînin ewê bibin hedef û got, "F-16ên Ukraynayê wê dema balafirxaneyên welatên sêyemîn bi kar bînin, li ku derê jî bin, ewê bibin hedefa me ya rewa."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın