Dinya

Putîn: "Dema Ukrayna bibe xwediyê çeka nukleer, emê hemî çekê di destê xwe da bikar bînin"

Dmitri Chirciu, Meiramgul Kussainova  | 29.11.2024 - Rojanekırın : 30.11.2024
Putîn: "Dema Ukrayna bibe xwediyê çeka nukleer, emê hemî çekê di destê xwe da bikar bînin"

Moskova

 Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn got, "Dema Ukrayna bibe xwediyê çeka nukleer, di wê rewşê da emê hemî çekê di destê xwe da bikar bînin. Emê îzna wê yekê nedin."

Putîn li Astanaya paytexta Qazaxistanê piştî Lûtkeya Lîderên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf civîna çapemeniyê li dar xist.

Putîn bal kişand ser wê yekê ku artêşa Ukraynayê bi çekên mezîl dirêj ku Rojava jê ra temîn kirine li dijî axa Rûsyayê êrîşan li dar dixe û got, "Ev tê wateyê ku welatên Rojava daxilî pevçûnên li Ukraynayê bûne."

- "Emê îznê nedin ku Ukrayna bibe xwediyê çeka nukleer"

Serokê Rûsyayê Putîn îhtimala gihandina çekên nukleerî ji Ukraynayê ra nirxand û got:

"Dema Ukrayna bibe xwediyê çeka nukleer, di wê rewşê da emê hemî çekê di destê xwe da bikar bînin. Emê îzna wê yekê nedin. Heke çekên nukleerî bi fermî radestî Ukraynayê bên kirin, ev wê bê wateya binpêkirina hemû erkên derbarê belavnekirina çekên komkujiyê (Peymana Rêgirîkirna li belavbûna çekên nukleerî). Emê îzna vê yekê li Ukraynayê nedin. Emê vê yekê bişopînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.