Piştî ku vehelîna cemedê dest pê kir çivîkên koçber berê xwe dan Qersê

Kars
Çivîkên ku ji Qersa zivistana wê pir dijwar e koçî welatên germ kirin, piştî ku van rojên dawîn dinya hinekî germ bû û vehelîna cemedê dest pê kir, cardin dest bi vegerê kirin.
Li Qersa ku îsal zivistanê di wextê herî sar da germahiya hewayê daket heta 25 pileyên di bin sifirê da, dehl û devî û çem û gol qerimîn û beja jî di bin berfê da ma.
Çivîkên ku berî hatina zivistanê koçî welatên germ kiribûn, piştî ku van dawiyan pileyên germê hinekî zêde bûn û vehelîna cemedê dest pê kir, ketin rêya vegerê.
Çivîkên koçber ên cur be cur hatin qeraxê Bendava Qersê ku niçên wê vedihelin. Çivîkên ku di bendavê da ya hê bi temamî veneheliyaye, li tiştekî xwarinê geriyan, dîmenên rengîn derxistin holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî li dehl û deviyên di bin berfê da ne, lê êdî vehelîna wan dest pê kiriye, çivîkên beyanî ketin ber kamerayê ku li tiştekî xwarinê digerin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.