Piştî ku rejima Sûriyeyê ji rojhilatê welêt vekişiya PKK/YPG sehaya xwe ya dagiriyê berfireh dike
- PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li rojhialtê Çemê Feratê cî ji destan derketin li aliyên navîn û başûr ên welêt li rojavayê çemê Feratê cihên nû dagir kirin

Ankara
Piştî geşedanên 27ê sermawezê şûnda her dem cî û war ji destû rejima Sûriyeyê derketin û rejimê hêzên xwe li başûrê rojava kom kirin û PKK/YPGya rêxistina terorê cihên ku ji rejimê vala mane dagir dike.
Hêzên rejima Sûriyeyê ji 27ê sermawezê vir va hember komên dijberê rejimê piştî ku li Heleb, Îdlib, Hema û Xûmsê li pey hev xeyb kir û di nav rojê da hêzên xwe yên li bajarê Dûrazora li sînorê Iraqê vekişiyan.
Artêşa rejima Sûriyeyê û hêzên Îran piştgirê wan e navenda bajêr, balafirgeh û gelek cihên stratejîk dewrî PKK/YPGyê kirin û ji wir ber bi paytext Şam û wilayeta Xûmsê ya ku wekî deriyê vedibe Şamê ye va derketibû rê.
Piştî ku hêzên rejimê vekişiyan rêxistina terorê jî ber bi rojhilat va belav bûn û sehaya lu xeteke dirêj dagir dike.
PKK/YPGya ku berê li aliyê rojhilat ê navçeyê aliyê beşûr piraniya rojhilatê Çemê Feratê di destê wê da bû li aliyên navîn û başûr ên welêt bi awayekî ku belavî rojavayê çem bibe tevdigere.
Rêxistina terorê bi lez li cihên ku hêzên rejimê lê bûn û paşê jê derketin bi cî dibe û hewl dide ku ber bi Minbîca li bakurê vê sehayê pêş bikeve.
- Xeta îkmalê ya Îranê ya ku ji Iraqê digihêje Sûriyeyê kete destê rêxistinê
Li herêma ji navenda bajarê Dêrazorê dest pê bike heta navçeya Elbukemalê ya li sînorê Sûriye-Iraqê komên Îran piştgirê wan e hebûn.
Hema bêje temamiya axa Dêrazorê ya li aliyê rojhilat ê Çemê Feratê dimîne di bin dagiriya PKK/YPGya rêxistina teroê ya ku Amerîka piştgirê wê ye da bû, navenda bajêr û herêmên gundewar ên din jî di bin kontrola rejima Beşar Esed û komên Îran piştgirê wan e da bû.
Mihafizên Şoreşa Îranê di korîdora îkmalê ya ku ji ser Iraqê digihaşt Sûriyeyê ji ser navçeya Elbukemalê ber bi navenda Dêrazorê va diçûn û digihaştin herêmên navîn.
Lêbelê piştî ku navenda bajarê Dêrazorê ket destê PKK/YPGyê ev xeta îkmalê jî ket destê rêxistinê.
- Rejima Sûriyeyê kontrola navenda parêzgeha Dêrezorê dewrî PKK/YPGyê kir
Ji aliyeki din, rejima Sûriyeyê kontrola navenda parêzgeha Dêrezorê ya ku dikeve aliyê sînorê Iraqê, dewrî PKK/YPGya rêxistina terorê kir.
Komên çekdar ên dijî rejimê bi serkêşiya Heyeta Tehrîra Şamê ku piştî Îdlib, Heleb û Hemayê li Humsê jî pêş va diçe, fişara xwe li ser Şama paytext zêde kir.
Rejimê ji ber vê yekê hinek hêzên xwe ber bi paytextê va vekişandibû. Vê carê jî hêzên xwe yên ku li ser xeta Rûbarê Feratê ya li parêzgehê Deyrezorê bicihkirî jî vekişand û kontrola navenda parêzgeha Dêrazorê dewrî PKK/YPGya rêxistina terorê kir.
Artêşa rejimê ku ji gundên Merad, Xeşam, Mezlûm, Tabiye, Huseyniye, Salihiye û Xedlayê vekişiya û ber bi paytext va çû, ev her 7 gund digel Balafirgeha Eskerî Deyrezorê jî ji dagîrkeriya PKK/YPGya terorê ra hiştibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.