Piştî civîna Tirkiye, Urdin, Iraq, Libnan û Sûriyeyê danezana hevpar hat weşandin

Ankara
Piştî Civîna Sûriye û Welatên Cîran ya li Ammana paytextê Urdinê bi beşdariya nûnerên dîplomatîk, eskerî û paye bilind yên Tirkiye, Urdin, Iraq, Libnan û Sûriyeyê hat kirin, danezana hevpar hat weşandin.
Di danezana hevpar ya piştî civînê hat weşandin da piştgirîdayîna gelê Sûriyeyê hat dûbarekirin, hewlên ji bo ewlehî, îstiqrar, serwerî û yekbûna axê hatin parastin, herwiha ji bo hewlên jinûva avakirina welat û parastina esasên maf û ewlekariyê piştgirî hat dayin.
Di danezanê da cardin hat dûbarekirin ku ewlehî û îstiqrara li Sûriyeyê ji bo ewlehiya herêmê girîng e; herwiha hemî hewlên ku ewlehî û serweriya Sûriyeyê dikin armanc hatin şermezarkirin.
Herwiha hat diyarkirin ku hemî îxlalên li Sûriyeyê îxlalkirina hiqûqa navneteweyî nîşan didin. Hat îfadekirin ku ev li dijî serwerî û yekparetiya axa Sûriyeyê ne, zêdetir dibin sedema şer û gurbûna êrîşan.
Beşdaran bangewazî kir ku Îsraîl dawî li îxlalan bîne, ji axa dagirkirî ya Sûriyeyê vekişe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.