Pezkoviya piyê wê ji cî derketibû hat emeliyetkirin
Veterîner Cerah Dr. Merve Karabulut: "Ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê dê wê 20 rojan xwedî bikin û di pey ra berdin çolê"

Bingöl
Li Bîngolê pezkoviya ku cerdirmeyan dît û piyê wê ji cî derketibû li Nexweşxaneya Heywanan ya Zanîngeha Bîngolê hat emeliyetkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan ya Bîngolê li texma gundê navendê Yolçatiyê pezkoviyeke bedhal ketibû dîtin.
Cendirmeyan av da pezkoviyê û dîtin ku pezkovî nikare rabe ser xwe.
Ekîban pezkoviyê teslimî Tîma Parastina Heywan, Tebîet û Hawirdorê ya Fermandariya Cendirmeyan ya Bîngolê kir û tevî ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê birin Nexweşxaneya Heywanan ya Zanîngeha Bîngolê.
Li nexweşxaneyê di kontrolê da hat dîtin ku piyê paşiyê yê çepê ji cî derketiye.
Veterîner Cerah Dr. Merve Karabulut û ekîba xwe pezkoviyê emeliyet kirin.
Dr. Merve Karabulutê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir pezkoviya mê 5-6 salî ye û bi qasî 25 kîlogram e û wiha axivî, "Ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê wê 20 rojan xwedî bikin û di pey ra berdin çolê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.