Dinya

Papa Francis bang li Îsraîlê kir ku dawî li êrîşên xwe yên li Xezeyê bîne

Barış Seçkin  | 25.12.2023 - Rojanekırın : 26.12.2023
Papa Francis bang li Îsraîlê kir ku dawî li êrîşên xwe yên li Xezeyê bîne

Holy See (Vatican City State)

Rêberê ruhanî yê katolîk û serokê Vatîkanê Papa Francis, di peyama xwe ya kevneşopî ya di Noelê da anî ziman ku ew libergerînê dike ku operasyonên eskerî yên Îsraîlê li dijî Xezeyê û bandorên wan ên hovane li ser qurbaniyên sivîl ên bêguneh, bi dawî bibin.

Papa Francis piştî merasima Noelê, li Vatîkanê ji loceya Bazîlikaya Azîz Petrus ber bi qada bi heman navî va, gotarek pêşkêş kir. Papa di axaftina xwe ya kevneşopî "Urbi et Orbi" (Ji bo Rom û cîhanê da peyamek li ser karûbarên cîhanê da.

Papa bal kişand ser giringiya Cejna Noelê ya ku bi boneya jidayikbûna Îsa tê pîrozkirin û destnîşan kir ku çav û dilê Xirîstiyanên li çaraliyê cîhanê li ser cihê jidayikbûna Îsa Mesîh, Beytlehemê ya ku ku êş û bêdengî di van rojan de lê serdest e.

Papa bal kişand ser gelek komkujiyên li cîhanê tên kirin û diyar kir ku gelek mirovên bêguneh ên di zikê dayikên xwe de, li ser rêyan dema li hêviyê digeriyan û zarokatiya xwe di şeran de derbas kiribûn, bûne qurbaniyên komkujiyan.

Papa şer şiband rêwîtiyeke ku ti encama wê û ti serkeftiyê wê tune û got, "Ji bo ku mirov ji şer re bêje 'na', divê ji çekan re jî 'na' were gotin. Ji ber ku mirovek dilşikestî û bê îstîqrar, amûrên mirinê di destên xwe de bibîne, zû an dereng dê wan amûran bikar bîne. Wê demê çawa dikare. eger hilberîn, firotin û bazirganiya çekan zêde bibe em behsa aştiyê dikin?"


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın