Spor

Pêşbirkên fînala çaryekê ya tenisê ya ANALÎGê li Şirnexê dest pê kir

Ekrem Payan  | 04.08.2023 - Rojanekırın : 08.08.2023
Pêşbirkên fînala çaryekê ya tenisê ya ANALÎGê li Şirnexê dest pê kir

Şırnak

 Pêşbirkên fînala çaryekê ya tenisê ya Lîga Stêrkên Anatoliyayê (ANALÎG) li Şirnexê dest pê kir.

Pêşbirkên ku li qada Zanîngeha Şirnexê di kortên 4 ser vekirî û 2 jî ser girtî da tên kirin heta 6ê Tebaxê wê dewam bike û ji 14 bajaran 75 sporvan beşdarî organîzsyonê bûn.

Tîmên di fînala çaryekê da bi ser kevin, di nîvefînala ku navbera 17 û 20ê Tebaxê da li Elezîzê bê kirin da wê cî bigirin.

Midûrê Bajêr ê Spor û Ciwaniyê yê Şirnexê Abdullah Ayar diyar kir ew ji ber ku mazûvaniya pêşbirkên fînala çaryekê ya tenisê dikin gelek kêfxweş in û bo organîzasyon herî baş bê lidarxistin çi ji dest wan hat kirin û amadehiyên xwe temam kirin.

Ayar got ku di qada tenisê da Şirnex wek bajarê pîlot e û derfetên lê hene jî bi kêr tên.​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.