Dinya

Otela ku ekîba AAyê ya ku şerê Ukraynayê dişopîne lê dimîne, bû hedefa mûşekan

Tolga Özgenç  | 11.01.2024 - Rojanekırın : 12.01.2024
Otela ku ekîba AAyê ya ku şerê Ukraynayê dişopîne lê dimîne, bû hedefa mûşekan

Ankara

 Otela ku ekîba AAyê ya ku şerê Ukraynayê dişopîne lê dimîne, bû hedefa mûşekan, ekîba AAyê ya ku di 10ê Çileyê Roja Rojnamevanên Xebatkar da li ser kar bûn, bêyê birîndar bibin rizgar bûn.

Duh saet 23.30an li dijî bajarê Xarkîv ê li rojhilatê Ukraynayê ku nêzî sînorê Rûsyayê ye, êrîşên bombeyî pêk hatin.

Di êrîşan de 2 mûşek li Park Otela ku nûçegihanên AAyê yên ku ev demeke dirêje şerê Ukrayna-Rûsyayê li eniyên şer dişopînin û radigihînin, ketin.

Ji ber teqînê qatên jorîn ên otêlê wêran bûn, avahî şewitî.

Nûçegihanên AAyê Davît Kaçkaçişvilî û nûçegihana fotoyê Ozge Elîf Kizil ku di 10ê Çileyê Roja Rojnamevanên Xebatkar da li ser kar bûn, ji nava avahiya ku texrîb bû û di carekê da agir girt, bi derfetên xwe karîn xwe rizgar bikin.

Di destên nûçegihan Kachkachishvili da birînên piçûk çêbûn.

Nûçegihana fotoyê Kizil û nûçegihan Kaçkaçişvilî ku rewşa wan baş e ji bo kontrolê bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.

Di encama êrîşê da wesayita ku ekîbê bi kar dianî wek gelek wesayitên li nêzî otêlê zirar dît û nekarîn bikar bînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın