NY: Sekreterê Giştî ji ber êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê behetî

New York
NEW YORK (AA) - Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji ber êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê behetiye û kuştina sivîlan şermezar kiriye.
Berdevkê NYê Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de daxuyanî dan.
Dujarric anî ziman ku Sekreterê Giştî yê NYê Guterres dubare banga pabendiya li hiqûqa navneteweyî û şertên hiqûqê yê mirovane ên navnetweyî li aliyan kir.
Berdevk Dujarric banga dawîlêanîna tundiyê li hemî aliyan kir û got, "Sekreterê Giştî kuştina hemî sivîlan bi tundî şermezar dike."
Dujarric diyar kir ku Guterres daxwaza xwe ya berdana hemû rehîneyan û hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî dubare kiriye û got, "Sekreterê Giştî ji ber zêdebûna rageşiya li Xezeyê û herwiha ji ber êrîşa asîmanî ya ku Îsraîlê li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê li dar xist ku piraniya nîştecihên wê jin û zarok in, behetiye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.