Dinya

NY: Li Xezeyê ji 7ê cotmehê ve têkra di her 10 deqîqeyan de zarokek hat kuştin

Muhammed Emin Canik  | 06.11.2023 - Rojanekırın : 08.11.2023
NY: Li Xezeyê ji 7ê cotmehê ve têkra di her 10 deqîqeyan de zarokek hat kuştin

Istanbul

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Xezeya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye, ji 7ê cotmehê ve têkra her di 10 deqîqeyan de zarokek hat kuştin, 2 zarok jî birîndar bûn.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bal bo rewşa Xezeyê hat kişandin û wiha hat gotin:

"Di şer de têkra her di 10 deqîqeyan de zarokek hat kuştin, 2 zarok jî birîndar bûn. Di demên pevçûnan de parastina sivîlan ne daxwaz û îdeal e; berpirsiyarî û pabendbûna mirovahiya me ya hevpar e. Sivîl li ku dibin bila bibin divê bên parastin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın