NY: Ji hêla Îsraîlê ji bo avakirina "herêma tampon"texrîbkirina qadên sivîl ên li Xezeyê pêkan e ku bê wateya sûcê şer

Geneve
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk ragihand ku ji hêla artêşa Îsraîlê va ji bo avakirina "herêma tampon"texrîbkirina binesazî û cî û warên sivîl ên li Xezeyê pêkan e ku bê wateya sûcê şer.
Turk der heqê texrîbkirina binesazî û cî û warên sivîl da yên li Xezeyê yên ji hêla Îsraîlê va, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Turk destnîşan kir ku tê ragihandin, artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê hemû avahiyên kîlometreyekî dûrî sînorê Îsraîl-Xezeyê rûxandin da ku "herêmeke tampon" ava bike.
Turk bal kişand, rûxandin û wêrankirina ji bo avakirina herêma tampon, ne li gorî îstisnaya "operasyonên eskerî yên sînorkirî" ye ku di hiqûqa însanî ya navneteweyî da cih digire.
Tirk diyar kir, rûxandin û xirabkirina mal û binesaziyên sivîl ên bi vî rengî, ji xeynî zêdebûna dijminatiyê, dibe sedem ku civak ji cih û warê xwe bibe û derketina sivîlan a ji cih û warên xwe ya bi darê zorê jî dibe ku bibe sûcê şer.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.