NY: Di nav rojekê da 150 hezar kesî ji Xan Yûnisê koç kir

New York
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarrîc ragihand ku di nav rojekê da 150 hezar kesî ji Xan Yûnisê koç kir.
Berdevkê NYyê Dujarrîc di civîna çapemeniyê ya rojane da der barê geşedanên li Xezeyê da agahî da.
Dujarrîc bal kişand ser "fermanên valakirinê" yên Îsraîlê ku ew jiyana mirovan têk dibin û got artêşa Îsraîlê beriya êrîşan belavokan belav dike ku di demeke pir kin da ew der bên valakirin, lê ev metirsiyan zêde dike.
Dujarrîc daxuyand ku duh 150 hezar kes mecbur man ku terka Xan Yûnisê bikin.
Dujarrîc got meriv bêyî ku tiştekî bi xwe ra bibin bineçarî direvin û bi bîr xist ku li herêmên ku ev diçin jî binesaziyê tune ye.
- Êrîşa li dijî wesayîta UNICEFê
Dujarrîc der barê gulebarana li dijî 2 wesayîtên Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da jî got ew nizanin êrîş ji aliyê kê va hatiye kirin.
Dujarrîc diyar kir ku hempîşeyên wî yên li qadê nikarin "lêkolînên adlî" bikin, ancax hewl didin ku di navbera pevçûnan da wezîfeya xwe bidomînin.
Dujarrîc got ew her êrîşa li dijî xebatkarên alîkariyên mirovî û sivîlan şermezar dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.