Netanyahu daxuyaniya "Heke tesîsên nukleerê yên Îranê neyên tunekirin dê alternatîfa eskerî bê rojevê" da

Ankara
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu îdia kir ku heke di peymaneke muhtemel da tesîsên nukleerê yên Îranê di bin çavdêriya Amerîkayê da neyên tunekirin "alternatîfa eskerî dê bê rojevê."
Netanyahu li Washîngtona ku di çarçoveya ziyareta fermî da lê ye peyameke bi dîmen weşand.
Netanyahu got ku divê di destê Îranê da çekên nukleer tunebin û parast ku ev yan bi peymanê yan jî bi "alternatîfa eskerî" dikare pêk bê.
Netanyahi diyar kir ku di mijara divê di destê Îranê da çekên nukleer tunebin da bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra wekî hev difikirin û îdia kir ku heke di peymaneke muhtemel da tesîsên nukleerê yên Îranê di bin çavdêriya Amerîkayê da neyên tunekirin "alternatîfa eskerî dê bê rojevê."