Dinya

Nûnerê taybet ê Trump Witkoff ji bo hevdîtinên agirbestê diçe Moskowê

Hakan Çopur  | 12.03.2025 - Rojanekırın : 13.03.2025
Nûnerê taybet ê Trump Witkoff ji bo hevdîtinên agirbestê diçe Moskowê

Washington DC

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ragihand ku Nûnerê taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump Steve Witkoff ji bo hevdîtinên agirbestê dawiya hefteyê diçe Moskowê û got, "Em bang li Rûsan dikin ku vê planê îmza bikin."

Berdevkê DYAyî li hewşa Qesra Spî ji bo endamên çapemeniyê rojeva Rûsya-Ukraynayê nirxand.

Leavittê bibîr xist ku ji rewrewa pêvajoyê hêvîdar in û anî ziman ku bi heyeta Ukraynayê ra hevdîtineke erênî kirine û vêca wê bi aliyê Rûs ra hevdîtinê bikin.

Leavitt got, "Weke hûn jî dizanin, Kak Witkoff vê hefteyê diçe Moskowê û ji bo îmzakirina vê planê em bang li Rûsa dikin. Di vê cengê da kêliya ku em herî nêzîkî aşitiyê bûne ev e. Serok ji Rûsan hêvî dike ku ji bo qedandina vî karî hevkarê me bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.